PeyamaKurd - Desteya Mafên Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da biryarên hikûmeta nû ya Kurdistanê yên li ser nehîştina tiştên rûtîn, bertîl û gendeliyê.
Kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê doh duşemê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dar xist û çend biryarên girîng yên mîna nehîştina tiştên rûtîn, bertîl û gendeliyê di nav dezgehên hikûmetê de hatin dayîn û teqezî li ser şefafiyetê hat kirin.
Desteya Mafên Mirovan a Kurdistanê, îro bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe bo wan biryarên hikûmetê diyar kir û ragihand, bila hikûmet çavdêriya bicîhanîna wan biryaran bike û hewl bide pirsgirêkên bûdce û mûçeyên welatiyan jî çareser bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin