PeyamaKurd - Bi amadebûna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma danîna kevirê bingehê yê navçeya pîşesaziya xwarekê li bajarê Duhokê birêve çû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehê yê navçeya pîşesaziya xwarekê li bajarê Duhokê de gotarek pêşkêş kirm
Mesrûr Barzanî got, biryarên girîng hatine dayîn, ji bo berhem û rizqê xelkê di destê xelkê bixwe de be û çavê wan li mûçe û li hikûmetê nebe.
Serokwezîr Barzanî da xuyakirin: “Ji destpêka kabîneya nû de, me soz da, girîngiyê bi kartênn din ên aboriyê bidin û pişt bi yek jêderê girê nedin, ji ber wê girîngîpêdana bi karta çandinî û bazirganiyê, yek ji wan sozan bû.”
Mesrûr Barzanî destxweşî li kompanyaya wê projeyê bicih dike û Wezareta Çandiniyê û wezaretên beşdarî di wê projeyê de dikin kir û got: “Bêgûma ev ne dawî proje ye, di çend rojên bûrî de ev sêyemîn projeya stratejî ye û di pêşerojê de jî bê cudahî projeyên din ên stratejî dibin.”
Navçeya pîşesaziya xwarekê li Duhokê, bi hezaran derfetên kar vedike, Serokê Hikûmetê jî diyar kir: “Hikûmet bi karta taybet re hevahengiyê dike, ji bo bicihkirina wan projeyan û biryarên girîng jî hatine dan, hin proje di navbera hikûmet û karta taybet de hene, armanc ew e, berhem rizqê xelkê di destê wan de be çavê wan ne tayînkirinên hikûmetê nebe, ku bêgûman ew jî dibe hêz û wize ji hemû Kurdistanê re.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Vîrusa Koronayê nebûye rêgir li pêş bicihkirina projeyên me yên stratejîk û emê bi berdewam di xizmeta gel de bin li hemû Kurdistanê bê cudahî.”
Serokwezîrê Kurdistanê spasiya xelkê Duhokê kir û got: “Evê îro bidest dikeve, ji berhema xweragirî û qurbanîdana miletê me ye.”
Navçeya pîşesaziya xwarekê li qezaya Sêmêlê yê parêzgeha Duhok tê vekirin, yek ji mezintirîn projeyên pîşesazî ye, ku ne tenê xizmeta Duhokê, xizmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê jî dike.
Ew proje li ser 1423 Donim zevî tê avakirin û nêzîkî 275 kargehên curecur ên xwarekê lê tên avakirin, ku dikarin piraniya berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê werbigirin.
Herwiha li wê navçeya pîşesazî 229 komgeh tên avakirin, ku dikare berhemên cotkaran ji bo heyama çend mehan rakin. Ji bilî wê jî, çendîn hotel, motel, xwaringeh û cihên din xizmetguzariyê tên avakirin.
Qonaxa yekem a wê projeyê, 70 milyar û 128 milyon Dînar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jê re hatiya terxankirin. Ji bilî wê jî, hikûmet hemû asankariyan ji bo webirhênanê dike, ta kargeh û projeyên di çarçoveya wê projeyê de bêne vekirin.
Di heyama 9 rojan de, ev projeya sêyemîn a stratejî ya girîng e ku ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve kevirê bingehê ji wan re tê danîn, wek projeya riya 100 metrî ya Silêmaniyê û prjeya wîstgeha elektirîka ya 300 mîgawat a Xebat li Hewlêrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin