PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi peyameke taybet spasiya xelkê parêzgeha Helebce û devera Hewramanê kir.
Barzanî bal kişand ser hewldanên bêwestan ên gelê vê deverê ku bi awayekî xwebexşane û mirovdostane ji bo dîtina termê geştiyareke bi navê "Ruqeya" ya xelka Kerbelayê xebitîn.
Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî ev helwesta xelkê herêmê wekî nîşana çanda bexşendeyî û mirovdostiya Kurdistanê pênase kir û destxweşî li parêzgar, hêzên ewlehiyê, tîmên berevaniya şaristanî û hemû xwebexşên ku di vê xebata zehmet de cih girtin, kir.
Her wiha sersaxiyê ji malbata keça xeniqî re xwest û ji bo wê hêviya bihuştê kir.
Li aliyê din, ji ber zêdebûna bûyerên xeniqînê yên di demên dawî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da saziyên pêwendîdar ku rênimayên ewlehiyê li cihên geştiyariyê, bi taybetî li nêzîkî çem, bendav û çavkaniyên avê tundtir bikin.
Mesrûr Barzanî bang li welatiyan û hemû geştiyaran kir ku ji bo parastina canê xwe û kesûkarên xwe, bi hişyarî tevbigerin û bêyî dereng bimînin tevlî rêzikên ewlehiyê bin, da ku karesatên bi vî rengî dubare nebin.