PeyamaKurd- Endamê polîtburoya YNK ê Sadî A. Pîre ragihand ku wan û PDK ê di mijara avakirina hukumeta Kurdistanê, mijara Kerkûkê û di mijarên din de lihev kirine. Pîre ragihand ku do êvarê pêwendiyeke telefonî di navbera Kosret Resûl û serok Barzanî de çêbûye û tê de behsa serokatiya herêma Kurdistanê û cîgirên serok hatiye axaftin.
Pîre got ku YNK nîvê rêvebiriya hukumetê nexwestiye û li gor heqqê partiyê di rêvebiriyê de cî xwestiye. Bo Kerkûkê jî her dû partî li ser normalîzekirina Kerkûkê, derxistina hêzên Haşdî Şabî bo derveyê Kerkûkê û temîna asayîşê ji aliyê polîsên Kerkûkê de lihev kirine.
Bo walîyê Kerkûkê kesekî ku her dû partî li serê lihev bikin, wê bikin walî û ji Bexdayê daxwaza alîkariyê bikin.
Pîre got ku wê di demeke kurt de bo serokwezîrtiyê Mesrûr Barzanî bê wezîfedarkirin da hukumetê ava bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin