PeyamaKurd - Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham berevajî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotibû, Tirkiye ji bo S-400an nayê cezakirin daxuyanî da û got, “Heger Tirkiye moşekên S-400 aktîv bike, li gorî yasayên Amerîkayê dê rastî sizayan were.”
Lindsey Graham di bernameya kanala CBS a Amerîkî de wiha got: “Me bihîst ku Serok Trump gotiye Tirkiye rastî cezayan nayê, lê heger Tirkiye S-400an aktîv bike, yasayên me dê biryarê bidin.”
Graham da zanîn, Tirkiye hevpeymaniyeke girîng ya Amerîkayê û endamê NATOyê ye, lê heger S-400 werin aktîvkirin, dê rastî yasayan were û dê ceza jî hebe.
Senatorê Amerîkî dîyar kir, wî beriya niha jî gotiye, ew destûr nadin Tirkiye hem sîstema S-400 a Rûsî û hem jî firokeyên F-35 ên Amerîkî bikirin.
Graham bal kişand ser ku heger Tirkiye sîstema Patriot ji Amerîka bikire, dibe rastî cezayan neyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin