PeyamaKurd - Hat ragihandin, balafirên hevpeymaniyê û Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Germiyanê operasyonek bi ser terorîstên DAIŞê de pêkanîn.
Di encama vê operasyona ku bi kordînasyona Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Pêşmergeyên Kurdistanê hat kirin de, 13 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Karbidestekî Hêzên Pêşmerge ragihand ku balafirên hevpeymaniyê li herêmên navbera Kifrî û Xurmatuyê êrîş birine ser terorîstên DAIŞê û Pêşmerge jî li bejahî terorîst topbaran kirine û di encamê de 13 terorîst hatine kuştin.
Rayedarê Pêşmerge diyar kir, 11 termên terorîstan ketine destê Pêşmerge û daxuyakirin ku li gor zanyariyan yek ji kuştiyan berpirsê herêmê yê DAIŞê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin