Li Mêrdînê keçeke 18 salî ji ber encama ezmûna zanîngehê xwe kust

Li Mêrdînê keçeke 18 salî ji ber encama ezmûna zanîngehê xwe kust

PeyamaKurd - Her sal ji ber ezmûna têketina zanîngehê ya Tirkiyê, derûniya gelek ciwan û xortan têk diçe. Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, keçeke bi navê Berfîn A ya 18 salî, ji ber ku di ezmûna bo têketina zanîngehê de encameke nebaş bi dest xist, derûniya wê têk çû, xwe kuşt.

Roja Duşema 27ê Tîrmehê 2020an de encamên ezmûnên îsal ji bo têketina zanîngehan diyar bû. Berfîn A ya li taxa Yenîşehir a navçeya Artukluyê dijî, piştî encama ezmûnê eşkere bû û nebaş derket, derûniya wê xirab bû.

Berfîn A, bi çeka bavê xwe hewl da xwe bikuje, birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Tevî hemû çareseriyên bijîşkî, Berfîn li nexweşxaneyê can da.

Termê Berfîn ji bo otopsiyê bo beşa morgê hat veguhestin û derbarê bûyerê de lêkolînek berfireh hate destpêkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin