PeyamaKurd- Artêşa Amerîkayê li başûrê Sûriyê, li herêma El Tanfê dest bi tetbîqata leşkerî kir. Ragihandina Amerîka ket piştî ku Rûsya xwest li garnîzonê operasyon bike. Ev yek jî balkêşe.
CENTCOM (Fermandariya Hêzên Navendî yê Amerîkayê) û leşkerên ku di koalîsyona li dijî DEAŞê de ne, ragihandina tetbîqata li başûrê Sûriyê ya li El Tanfê ye, kirin. Berdevkê CENTCOM ê Bill Urban bi awayeka nivîskî ragihandinê kir. Tetbîqat di 7 ê êlûnê de destpêkir û di sehayeka 55 km2 de tê kirin. Wê tetbîqat 3 roj dewam bike. Di ragihandinê de weha hat gotin:
“Tetbîqatên weha bo bihêzkirina kapasîta xwe û bo em nişan bidin ku em li hemberê her tehdîdê amadene an na, gelek girîng e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin