Taywan bo balafirên ser bû musteriyê Amerîkayê

Taywan bo balafirên ser bû musteriyê Amerîkayê

PeyamaKurd- Taywan bi awayeka fermî seredana Amerîkayê kir da jê balafirên şer bikire. Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Taywanê Şın Yiming, di civîna çapemeniyê de ragihand ku ew biryarê dane da “li dijî tehdîdên dijmin” ji Amerîkayê balafiran bikirin û bi awayeka fermî seredana Amerîkayê kirine.

Rêvebirê beşa plandanînê ya stratejîk ya bi ser wezareta bergiriyê Huang Vınçı got ku balafirên bikirin dibe ku F-15, F-18, F-16 an F-35 bin. Me li ser cûreyeka wan biryarê nedaye lê Amerîka dikare ji me re hinekan pêşniyar bike û em jî ji nava wan ji xwe re bibjêrin.

Taywana îro perçeyekî ji Çînê ye lê bi fikr û dewleta xwe ve ji Çînê cudaye hetta herkes Taywanê bi navê “Çîn a Neteweperest” binav dike ku di sala 1949an de ji Çînê veqetiyabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin