Kurd ji bo parastina xwe bikin ji herêmên ku DAIS kontrol dikirin vekisiyan

Kurd ji bo parastina xwe bikin ji herêmên ku DAIS kontrol dikirin vekisiyan

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ragihand ku beşek ji hêzên wan ên ku terorîstên DAIŞê yên girtî disekinin vekişandin.

Berdevkê HSDê Bali ji CNNê re got, “Ji bo ewlehî û parastina bendîxane û kampan çi ji destê me tê, em dikin.”

Mistefa Balî herweha got, “Ji ber dagirkeriya Tirkiyê em dê hinek hêzên xwe yên ku parastina bendîxane û kampan dikin vekişînin parastina gelê xwe bikin.”

Gelek alî bang li Tirkiyê dikin ku nekeve Sûriyê û operasyoneke leşkerî pêk neyîne. Heman derdor dixwaze girtiyên DAIŞê li bendîxane û kampên di destê HSDê de bimînin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin