Kurdistan | 10 kesan wefat kir, 755 kesên din bi koronayê ketin

Kurdistan | 10 kesan wefat kir, 755 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Pêncşemê ya rewşa vîrisa koronayê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 755 pêketiyên din û 10 wefat hatine tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir, 755 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 171 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 322 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 31 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Wezaretê da xuyakirin ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û herwiha 333 kes jî baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê bi van hejmarên dawî re, hejmara pêketinên koronayê gihîşt 122915 kesan ya mirinan bû 3680 kes û heta niha 109995 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin