PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1491 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Pêncşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1491 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 720 kes li Hewlêrê, 849 kes li Silêmaniyê, 408 kes li Duhokê, 39 kes li Helebceyê, 76 kes li Germiyanê û 24 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2116 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 720 kes li Hewlêrê, 849 kes li Silêmaniyê, 408 kes li Duhokê, 39 kes li Helebceyê, 76 kes li Germiyanê û 24 kes li Raperînê ne.
Li herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 307350 kesan, ya mirinan bû 5538 kes û heta niha 270093 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin