Kurdistan | 17 wefat û 293 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Kurdistan | 17 wefat û 293 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 293 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Yekşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 293 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 151 kes li Hewlêrê, 59 kes li Silêmaniyê, 44 kes li Duhokê, 6 kes li Helebce, 21 kes li Germiyanê û 12 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara başbûyan jî hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 315 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 372125 kesan, ya mirinan bû 6774 kes û heta niha 358642 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin