PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 844 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kesan jî can daye.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 844 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 264 kes li Hewlêrê, 165 kes li Silêmaniyê, 300 kes li Duhokê, 34 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 61 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1296 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 480 kes li Hewlêrê, 439 kes li Silêmaniyê, 288 kes li Duhokê, 23 kes li Helebceyê, 11 kes li Germiyanê û 55 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên giştî gihîşt 359746 kesan, ya mirinan bû 6374 kes û heta niha 339913 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin