PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya rewşa dawî ya vîrusa koronayê (Covid-19) de ragihand ku di nav 24 saetên borî de 13 kesan can daye û 287 kesên din jî pê ketine.
Wezaretê da xuyakirin, di nav 24 saetên borî de 287 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û 13 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 saetên borî de 163 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 99 hezar û 501 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 256 kes û heta niha 63 hezar û 222 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin