PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 23yê Hezîranê, pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya ya Hewlêrê Andrew Disley kir.
Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtina ku Rosie Cave Cîgira Balyozê Brîtanya li Iraqê jî tê de amade bû, Serok Barzanî bixêrhatina şanda mêvan kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsulusa nû ya Brîtanya li Hewlêrê di erkê nû de xwest.
Serok Barzanî bal kişand ser pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Brîtanyayê û hêvî xwest ku pêwendiyên her du aliyan berdewam bin û zêdetir bi pêş ve bên birin.
Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê spasiya helwesta Serok Barzanî kir û behsa pêwendiyên di navbera gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kir û amadehiya xwe ji bo berdewamkirin û pêşxistina wan peywendiyan nîşan da.
Herwiha rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û metirsiyên derketina terorê, mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin