Kurdistan | Dema vebûna dibistanan û sala nû ya xwendinê diyar bû

Kurdistan | Dema vebûna dibistanan û sala nû ya xwendinê diyar bû

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî derbarê sala nû ya xwendinê ya 2022 – 2023yan de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyeke Berdevkê Wezareta Perwerde Saman Sîweylî, bi biryara Encûmena Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê, 13ê Îlona 2022yan sala nû ya xwendinê ya 2022 – 2023yan li Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Hat diyarkirin ku wê di sê rojên destpêkê de, bernameyeke taybet ji bo hemû navendên xwendinê hebe ku paşê hûrgiliyên wê dê ji tevahiya navendên xwendinê re were şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin