Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 546 kesên din bi koronayê ketine û 7 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir, di 24 saetên borî de 8 hezar û 603 testên Covid-19 hatine kirin ku ji wan 546 pêketiyên koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha di nav 24 saetên borî de 7 kes jî bi vîrusê can dane û 575 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî yên hatine eşkerekirin re hejmara pêketiyan gihîşt 173 hezar û 297 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 319 kes û heta niha 160 hezar û 563 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin