Kurdistan | Rewsa dawî ya vîrusa korona hat ragihandin

Kurdistan | Rewsa dawî ya vîrusa korona hat ragihandin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya rojane ya ser rewşa vîrusa korona ya îro 30yê Îlonê de ragihand ku di 24 nav demjimêrên borî de 24 kes ji Covid-19ê mirine û 673 kesên din jî pê ketine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ji 673 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 297 kes li Hewlêrê, 92 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 224 kes li Duhokê û 32 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku 24 kesên can dane jî 5 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê û 8 kes li Duhokê ne.

Herwiha 430 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

Tevî van amaran li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 47 hezar û 810 kesan, hejmara mirinan bû hezar û 749 kes û heta niha 30 hezar û 605 jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin