Li Xezzeyê jî tesîsên paqijkirina avê hatin girtin

Li Xezzeyê jî tesîsên paqijkirina avê hatin girtin

PeyamaKurd – UNRWAyê diyar kir ku li Şerîda Xezzeyê ya di bin êrîşên Îsraîlê de roj bi roj rewş xerabtir dibe, UNRWAyê destnîşan kir ku ji ber ku hema hema sotemenî tune ye tesîsên paqijkirina avê girtî ne.

Di daxuyaniya ku derbarê mijarê de hat dayîn de wiha hat gotin: "Divê êdî rayedarên Îsraîlî gihandina (avê) peyda bikin."

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku li Şerîda Xezzeya ku di bin êrîşên Îsraîlê da ye, tesîsên paqijkirina avê hatin girtin "ji ber ku hema bêje sotemenî tune."

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê UNRWAyê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku li herêmê têra xwe av tune ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber ku li herêmê têr sotemenî tuneye tesîsên paqijkirina avê hatin girtin û wiha hat gotin, "Malbat û zarok ji bo ku avê bibînin di germê de rêyên dûr û dirêj dimeşin. Mirov ji bo jiyanê hewcedarê avê ye. Rayedarên Îsraîlî divê êdî gihîştina (avê) peyda bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin