PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku biryarê dane an ku îznê dane petrola Kerkûkê di ser xeta Herêma Kurdistanê de here lîmana Ceyhanê ya Tirkiyê.
Mesrûr Barzanî mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“Herêm di pêvajoyekî hesas de derbas dibe. Dema em şertên awarte yên welatên derdora me dorpêçkirine bidin ber çav, me bi berpirsiyariya çareseriya di vê rewşa zahmet da, me biryarê da ku petrol di ser xeta Kurdistanê de here Tirkiyê.”
Piştî biryara herêma Kurdistanê wê bi Bexdayê re hevdîtinan bikin, divê givaşên ser Herêma Kurdistanê rabin û Barzanî weha dewam kir:
“Bi vê biryarê re, givaşên ser Herêma Kurdistanê yên îtxalat û bazirganî ji bo rabin, wê bir Bexdayê re hevdîtinên me dewam bikin. Ji bo şîrketên petrolê û gazê bi awayekî bi ewle karibin dest bi hilberîna xwe bikin, pêwiste fermanê bidin.”
Barzanî, bi sedema rola DYAyê ya di çaresriya di mijaran de sipasiya DYAyê kir û weha dewam kir:
“Ez, di vê pêvajoyê de bi sedema destek û rola xwurt ya hevkarê me DYAyê, ji dil û can sipasiyê dikim.”
Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani jî ragihand ku ji bo îxracata petrolê di ser xetta Kurdistanê de bibe, Kurdistan û Bexda li hev kirine û wê îxracata petrolê sibê seet di 10.00an de dest pêbike û petrol ji Kurdistanê here lîmana Tirkiyê ya Ceyhanê.
Bi sedema şerê Îran û Îsraîl-DYAyê, Buhira Hurmizê ji bo keştiyan girtiye û welatên Kendavê nikarin di Hurmizê de petrola xwe bi tankêran îxracî welatên derve bikin.
Mesrûr Barzanî di civîna îro ya li parêzgeha Erbîlê ragihandibû ku Iraq nahêle hilberîna gaz û petrola Kurdistanê bibe, mehaneyên xebatkarên Kurdistanê di wextê de naşînin, Bexda destekê dide grûbên nerewa yên bi ser Îranê ve û hetta ew grûbên ku bi dronan û fuzeyan êrîşê Kurdistanê dikin, hinek ji wan, ji Bexdayê mehaneyên xwe distînin.
Xwuyaye niha Bexda muhtacê Kurdistanêye û eger Iraq ji petrolê pere qezenc neke, jê re ti rêyekî tine ku perê xebatkaran bide û debara xelkê Iraqê bike.