Piştî şerê li dijî DEAŞê Iraq tank ji Rûsyayê kiriye û niha ji wan tankan 36 heb ji aliyê Rûsyayê de teslîmî Bexdayê hatine kirin.
Ragihandin ji aliyê serokerkanê Iraqê Osman El Xenimî de hat kirin ku di dema seredana fermandariya navendî ya Basrayê kiribû.
Iraq ji Rûsyayê sala borî 73 tankên T-90 kirîbû û niha 36 ji wan hatine teslîmkirin. Piştî meha nîsanê dê yên din jî bên teslîmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin