PeyamaKurd – Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li navçeya Milazgîrt a bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê 4 keyayên gundan ji kar hatin dûrxistin.
Hat zanîn li ser biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li navçeya Milazgîrt a Mûşê keyayê Gundê Yeramîşa Mehmet Kaya, Keyayê Gundê Axwêran Milazim Altun, Keyaye Gundê Elîqarxana Sertip Demir û Keyayê Gundê Qasimî Salih Soylemez ji kar hatin dûrkirin.
Li gorî zanyariyan ew keyayên ji kar hatine xistin, di 12ê Sibatê de, dema serdegirtina leşkeran a gund de lêpirsîn li ser wan hatiye kirin û ev lêpirsîna hatiye kirin jî wekî hinceta jikarxistina wan hatiye nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin