Li Dadgeha Amsterdamê bo rêzgirtinê wêneyê parêzera Kurd hate hilgirtin

Li Dadgeha Amsterdamê bo rêzgirtinê wêneyê parêzera Kurd hate hilgirtin

PeyamaKurd – Li Dadgeha Amsterdam a welatê Hollanda, bo rêzgirtinê wêneyê parêzera Kurd Ebru Timtik a bi grêva birçîbûnê can da, hate hilgirtin û rêz lê hate girtin.

Parêzera Kurd a ji Dêrsîmê Ebru Timtik, berî çend rojan li girtîgeheke Tirkiyê, piştî 238 rojan bi greva birçîbûnê can da. Ebru Timtik li dijî siyaseta Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan bû.

Ebru Timtik bo dadgehkirinek azad, bi hemkarê xwe Aytaç Unsal re ketibû greva birçîbûnê. Piştî 238 rojan parêzera Kurd Timtik can da, hemkarê wê Aytaç Unsal jî piştî mirina wê çend rojan hat berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin