PeyamaKurd- Li gor ragihandina BasNêwsê Hêmin Şêxanî yê partiya Tevegra Goran ragihandiye ku temamên pirsgirêkên bo avakirina hukumeta Kurdistanê ji holê rabûne. Li aliyê dinê, ji rêvebiriya YNKê Mistefa Çavreş ragihandiye ku wê 2 rojên din bi PDK ê re peymana ku berê li serê lihev kirine wê îmze bikin.
Di pey îmzakirina peymana duqolî de wê civîneka 3 qolî di navbera PDK,YNK û Goranê de çêbibe. Di mijara rabûna pirsgirêkan de ragihandina Hêmin Şêxanî weha ye:
“Ez dikarin xebereka weha xweş bo xelkê me bidim ku temamê pirsgirêkên navbera partiyan çareser bûne. Ti pirgirêk li ber avakirina hukumeta Kurdistanê nemane.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin