PeyamaKurd- Rêvebiriya Misrê ragihand ku teqîna bi şev li Qahîrê çêbû, ku bû sedema mirina 20 kesî û birîndariya 47 kesî, kiryareka terorê ye. Wezareta karên hundir ya Misrê bi awayeka nivîskî behsa bûyerê kir. Bûyer li Qahîrê li ser rêya Enstîtuya Kanserê çêbû ku ereba teqiya, bombekirî bû û di caddê de bi eksa trafîkê dihat. Ew erebe piştî ku li 3 erebeyan dixe teqîn çêdibe.
Piştî teqînê, hêzên asayîşê lêkolînê dikin û digihên wê encamê ku erebe tije bombe bûye û esas hedefa wê di herêmeka stratejîk de xwestiye erebeyê biteqîne. Erebe ji bajarê Menûfiye hatiye dizîn û agahiya wezaretê weha dewam dike:
“Qewimandina ku çêbûye, hatiye tesbîtkirin ku ji aliyê Tevgera Hasmê ya bi ser Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan) de hatiye kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin