Soran | 3 roj sîn ji ber bûyera sewatê hat ragihandin

Soran | 3 roj sîn ji ber bûyera sewatê hat ragihandin

PeyamaKurd – Îdareya Serbixwe ya Soranê 3 roj şîn ji ber bûyera şewata li avahiyeke Soranê ku di encamê de 14 kesan canê xwe jidest dan ragihand.

Li gor Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyekê de sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera şewata agir kir û ragihand, “Ji roja Şemiyê 9/12/2023an ve sê rojan şînê ragihînin.”

Herwiha eşkere kir: “Piştî pêwendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û li ser raspardeya cenabê wî, me komîteyeke lêkolînê ji bo lêkolînkirina bûyerê û şopandina rewşa birîndaran pêk anî.”

Weke tê zanîn, do êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn û piştî bûyerê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteyek ji bo lêkolînkirina sedema bûyerê hat avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin