PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf li Almanya li Munîhê bo bernameyeka televizyona BBC yê gotibû ku Erebistan bo muzakereyan ji Îranê re xeber şanidiyê lê Erebistan bê ku dereng bimîne bersiva Zarîf, bi rêya wezîrê karên derve yê Erebistana Si’ûdiyê bi rêya Feysel Bîn Ferhan de hat dayîn. Bîn Ferhan weha got:
“Bo bi Îranê re diyalogê deynin, me ti peyam bo Îranê neşandiye.”
Piştî bersiva wezîrê karên derve yê Erebistanê Bîn Ferhan, di qada siyasetê de, ev tê vateya ku Erebistan deriyê xwe bo Îranê girtiye. Cewad Zarîf berê jî di bernameya BBC yê de ragihandibû ku Erebistan di herêmê de gengeşê dixwaze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin