PeyamaKurd-Çîn li hemberê operasyona ser Sûriyê ji aliyê Amerîka û hevkarên wê de nerazîbûna xwe diyar kir.Wezareta karê derve ragihand ku operasyon yek aliye û ne li gor normên Neteweyên Hevgirtîne û hûqûqa navdewletî hatiye binpêkirin.
Çîn dibêje ku her dewlet nafê wê yê serxwebûnê heye û divê ji yekîtiya axa wan re û hukumraniya wan re rêz bê girtin. Berdevka wezareta karê derve ya Çînê Hua Çunying beyaneka nivîskî da û ragihand ku operasyon ne li gor normên Neteweyên Hevgirtîne.
Berdevka wezaretê ragihand ku diviya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Sûriyê de bihata lêkolînkirin û li gor wê tedbîr bihatina sitendin.
Çîn namezete bo avakirina Sûriyê ya nû ku maliyeta wê di navbera 250 mîlyar dolar û 1 trîlyon dalarî de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin