PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytext Hewlêrê bi şanda Dêra Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê ya bi serokatiya Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê, Patriyark Mar Gorgîsê Sêyem Slêve re civiya.
Barzanî di hevdîtinê de got, Herêma Kurdistanê şanazî bi kultura pêkvejiyanê dike û ew berdewam hewl didin kêmasiyên di vê derbarê de nehêlin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde hat gotin, “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi helkefta vekirina dêra wan a nû li Diyana ya ser bi qezaya Soranê, pîrozbayî li şandê kiriye û hêviya serkeftinê ji civîna dêra wan re xwestiye.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultura pêkvejiyanê dike” û tekez kir, ku “ew hewl didin wan kêmasiyan nehêlin ku di vê derbarê de hene.”
Civîn êvara îro Yekşemî 19ê Gulana 2019an li Hewlêrê hat lidarxistin û hejmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û metranên Dêra Rojhilat a Aşûrî yên ji çend welatên cîhanê ve di civînê de amade bûn. Di civînê de şanda mêvan , li hember piştgiriya ji bo kar û çalakiyên wan û vehewandin û parastina awareyan bê cudayî, spasiya Serokwezîr û sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Şanda Dêra Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê herwiha di vê hevdîtinê de destnîşan kir ku biratî û tebayî û kultura hevqebûlkirinê li Herêma Kurdistanê bûye prensîpkeke sereke û ji bo hemû aliyan cihê şanaziyê ye.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de bi kurtî ji şanda mêvan re behsa rewşa siyasî ya navçeyê û Herêma Kurdistanê û herwiha metirsiya dubare derketina DAIŞê kir û hêvî kir, ewlehî û aramî vegere hemû navçeyên Iraqê û aware bikarin vegerin ser cihên xwe.
Nêçîrvan Barzanî herwiha ji şanda mêvan re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlan dide ji bo alîkarîkirina wan û tekezî li ser berdewaniya piştgiriya Herêma Kurdistanê bo dêra wan û hemû dêrên din û ayîn û mezhenên din jî kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin