PeyamaKurd- Serdozgeriya Diyarbekirê do biryara binçavkirina 18 kesan dabû û ji aliyê polîs de hatibûn binçavkirin. Ji duhî de li baregeha asayîşê îfadeyên wan distînin û ji 18 kesan biryara berdana 4 kesan dan. Îfadeyên 14 kesên din hêj dewam dikin. Kesên ku wan bi şertê kontrola edlî berdane, aktîvîsta TJA yê Zelal Bilgin, damezrênera rêxistina Rozayê ya jinan Ayla Akat Ata, endama meclisa şaredariya Yenişehirê Nevriye Çur û Nazire Tursun un.
Îfadeyên her 14 kesên din li baregeha dadgehê ya Diyarbekirê dewam dike. Ew 14 kes; Adalet Kaya, Narin Gezgör, Fatma Gültekin, Gülcihan Şimşek, Mehmet Arslan, Özlem Gündüz, Remziye Sızıcı, Hüseyin Harman, Gönül Aslan, Sevim Coşkun, Mehmet Ali Altınkaynak, Celal Yoldaş, Havva Kıran û Veysi Kuzu ne.
Dozger bi daxwaza tewqîfa wan, wan şandiye dadgehê û darizandina wan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin