PeyamaKurd -Wezareta Derve ya Tirkiyê Ji ber alozî û xwepêşandanên li Iraqê daxwaz ji welatiyên xwe dike ku serdana wan navçeyan nekin ku xwepêşandan lê hene.
Di daxuyaniyeke de Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandiye, ji ber ew xwepêşandanên ku ji 1ê Cotmehê ve li parêzgehên cuda yên Iraqê û bi taybet li Bexdayê destpê kirine, ew daxwaz ji welatiyên xwe dikin ku ji wan navçeyan dûr bimînin, ku xwepêşandan lê hene.
Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Ji ber wan xwepêşandanên li parêzgehên cuda yên Iraqê, bi taybet Bexdaya paytext ku ji 1ê Cotmeha 2019an ve destpê kirine û berdewam in, em şîretê li welatiyên xwe dikin, eger neçar nebin serdana wan navçeyên ku xwepêşandan lê hene, nekin.”
Di heman daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyên Tirkiyê yên li Iraqê tê kirin, ku pabendî rênmayî û haydarkirinên hikûmeta Iraqê bin û tê gotin: “Divê ew welatiyên me jî ku niha li wî welatî ne, ji nêzîk ve çavdêriya wan agahdariyan bin ku ji aliyê berpirsên Iraqê ve tên belavkirin û ji deverên qerebalix dûr bikevin û derbarê ewlehiya xwe ya kesî de haydar bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin