PeyamaKurd - Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê termê 5 kesan ji qurbaniyên wê minîbûsa ku aşût bi ser de hatibû xwarê hatin dîtin.
Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê aşût bi ser minîbusekê de hat xwarê û termê 4 kesan hatibû dîtin û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin, herwiha yekî din jî sax hat dîtin lê ligel hemû hewldanan canê xwe ji dest da.
7 xwendekarên rizgarkirî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û termê her 5 qurbaniyan jî bo tiba edlî hatin şandin.
Berfeke zêde ketiye ser minîbûsê û ji bilindahiya 60-70 metreyan hatiye xwarê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin