PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Misyafê zanyarê bi navê Ezîz Esber ku di çêkirina roket û fuzeyan de pispor bû, bombe xistin erebeya wî û bi ajotvanê xwe ve hat kuştin.
Hat ragihandin ku Esber di seha çêkirina roket û fuzeyan de dixebitî û di çêkirin û pêşdebirina çekên kîmyewî yên ku ji aliyê Sûriyê de tên çêkirin de, roleka wî ya mezin hebû.
Rojnameya Amerîkan New York Times û medya Sûriyê ragihandin ku li pişt kuştina zanyarê Sûriyeyî MOSSAD a Îsraîlê heye. Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman red kir têkiliyan wan bi kuştina zanyarê Sûriyeyî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin