Di dema xwepêsandana ‘milyonî’ de ji Sedr peyama derxistina Amerîkayê

Di dema xwepêsandana ‘milyonî’ de ji Sedr peyama derxistina Amerîkayê

PeyamaKurd – Tevgera Sedr îro li Bexdayê li dijî Amerîka û derxistina hêzên biyanî xwepêşandaneke bi navê ‘xwepêşandana milyon kesî’ li dar dixe.

Dema ku îro înê xwepêşandan berdewam dikir, Serokê Tevgera Sedr Mûqteda Sedir bi peyamekê xwest ku rêkeftina ewlekarîyê ya ligel Amerîkayê were hilweşandin û esmanê Iraqê jî ji hêzên esmanî yên Amerîkayê re bê girtin.

Mûqteda Sedir diyar kir ku pêwîste welatên biyanî destê xwe nexin nav karûbarên Iraqê û daxwaz kir, Bexda rêkkeftina ligel welatên biyanî hilweşîne daku destdirêjîyê li ser Iraqê nekin.

Sedr got: “Heke Amerîka hêzên xwe ji Iraqê venekişîne, wek dewleteke dagirkar ew dê reftarê ligel wê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin