Îran bi sedema êrîşa Erbîlê peyama taziyê ji bo Herêma Kurdistanê da

Îran bi sedema êrîşa Erbîlê peyama taziyê ji bo Herêma Kurdistanê da

PeyamaKurd – Balyozxana Îranê ya Erbîlê li ser êrîşa dronî ya ku kiribûn ser gundê Zergezewî û di êrîşê de jin û mêr hatibûn şehîdkirin, ji bo xelkê Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê peyama sersaxiyê da.

Êrîş, di 7ê Nîsana 2026an de di 00.15an de hatibû kirin. Di êrîşa dronî de dron li xaniyekî gundê Zergezewiyê ketibû û dema kesê bi navê Musa û hevjîna wî Mujde dixewde bûn, jiyana xwe ji dest dabûn.

Li ser mijarê balyozxana Îranê ya Hewlêrê (Erbîl) daxwuyaniyekî sersaxiyê ya nivîskî da û got:

“Ji ber şehîdbûna welatiyên sîvîl yên Herêma Kurdistanê yên bêguneh û sîvîl ku dilê mirov diêşîne, em xemgînin. Em balyozxana Îranê ya Erbîlê ji bo xelkê Kurdistanê û hukumeta Herêma Kurdistanê taziyeyên xwe û hevkariya xwe radigîhinin. Em vê rûdana xemgîn şermezar dikin.

Em ji Xwedê dixwazin ku aştî û ewlehî ji nûh de bibe serdestê herêmê û xelkê herêmê bi hev re bijî û têkiliyên xwe pêş bixin.”

Li aliyê dinê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro tevlî merasima cenazê her dû kesan bû û êrîşê bi tundî şermezar kir.

Barzanî li ber mala şînê civîna çapemeniyê kir û got ku bê sûc û sedem, gelek caran bûne hedefa êrîşan. Mesrûr Barzanî got:

“Kesên xwîna milletê me dirêjin, zû an dereng dê bên cezakirin. Herêma Kurdistanê perçeyekî vî şerî nîne. Ez sipasiya civaka navdewletî dikim û rexne li bêdengiya hukumeta federal dikim. Ji bo parastina mirovên me, divê ev êrîş rawestin. Lê di vê mijarê de, berpirsiyarî ya hukumeta Bexdayê ya federal e.”