PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya Financial Times (FT) ku dispêre sê çavkaniyên agahdar, artêşa Îsraîlê amadekariyên xwe temam kiribûn da ku di 10ê vê mehê de êrişeke berfireh û çend rojan li ser santralên elektrîkê, tesîsên nukleerî û saziyên krîtîk ên Îranê bide destpêkirin.
Lê belê hat ragihandin ku ev plan bi destwerdan û nerazîbûna Serokê DYAê Donald Trump hat rawestandin, ji ber ku Trump nexwest beriya hilbijartinên Kongreyê yên 3yê Mijdarê li herêmê şerekî nû derkeve.
Alîkara Berdevkê Qesra Spî Anna Kelly diyar kir ku Îran ji aliyê leşkerî û aborî ve gelekî lawaz bûye û destnîşan kir ku beriya hilbijartinên DYAê ti êrişek çênabe.
DYA dixwaze kartê tehdîta leşkerî ji bo zexta li ser Îranê bi kar bîne da ku li ser Tengava Hurmuzê û bernameya nukleerî lihevkirinek çêbibe.
Tevî van geşedanan jî, artêşa Îsraîlê di rewşa herî bilind a amadebaşiyê de dimîne û destûra hemû leşkeran heta piştî hilbijartinên 27ê Cotmehê yên Îsraîlê hatine betalkirin.