PeyamaKurd – Hêzên polîsê leşkerî yê Rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê pêk anî ku li hin gundan rastî protestoya xelkê hat.
Li gorî zanyariyan, îro 30ê Nîsanê Polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzeke artêşa Tirkiyê li gundewarê Dirbêsiyê dewriyeya çavdêriyê ya hevbeş pêk anîn ku di wê dewriyeyê de û ji her aliyekî 4 panzêr hebûn û 2 helîkopterên Rûsî jî beşdar bûn.
Dewriyeya hevbeş ji gundê Şîrik yê ser bi Dirbêsiyê destpê kir û heta gundên Qermanî, Til Gidîş, Xenamiyê û Kerbetlê berdewam kir ku li wan gundan xelkê Rojavayê Kurdistanê dewriyeya Rûs-Tirk protesto kirin.
Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a 22yê Cotmeha 2019an ku li bajarê Soçî rêkeftibûn, têne kirin û gelek caran jî li Rojavayê Kurdistanê rastî protesto û nerazîbûna gundiyan tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin