PeyamaKurd - Şervanên HSDê bi pêşengiya yekîneyên taybet ên ketin kampa çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê û kirin bin kontrola xwe..
Ev yek jî tê wateya ku hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê êdî têk çûye.
Darbeya dawî ya tinekirina DAIŞê li Baxozê 1ê Adarê destpêkir, ber bi encamê ve diçe.
Di rewşa heyî de komên çete tenê li hin deverê ku weke kamp tê binavkirin asê mabûn.
Lewma şervanên HSDê doh ji aliyê bakur ve karîbûn xwe bighînin kampa çeteyan
Îro jî ji her alî ve şervan bi pêşengiya yekîneyên taybet ên ketin nava kampa Baxozê û kamp kontrol kirin di van kêliyan de di hin deverên biçûk de şer di navbera şervanên HSDê û çeteyan de rû dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin