Parlamentoya Kurdistanê li ser 3 xalan dicive

Parlamentoya Kurdistanê li ser 3 xalan dicive

PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bangewaziyeke vexwendina fermî li endamên Parlamentoyê kir.

Malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyeke bi îmzeya seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd belav kir û hemû parlamenter vexwandin bo civîna roja 06.07.2019ê li parlamenê amade bin.

Parlamlentoyê ragihand ku dê civîn li ser sê mijarên wekî; zêdekirina alîkariyên mirovî, şaredariyên Kurdistanê û guhertinên ser qanûna parêzgariyê ya 3yemîn be.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr.Vala Ferîd Îbrahîm bi daxuyaniyekê bangewazî li endamên parlamentoyê kir, “Li gor hukmê birgeya sêyem a madeya 18ê ya peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistan – Iraqê, me biryar daye bang li hemû endamên birêz ên parlamentoyê bikin, bo rûniştina hejmara 10 a asayî, ya sala yekem a dema hilbijartinên 5em a Parlamentoya Kurdistan – Iraqê, ku rûniştin roja 06.07.2019ê demjimêr 11:00ê dê pêk bê û tîka dikim dema diyarkirî de amade bin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin