PeyamaKurd – Li navçeya Peyasê (Kayapınar) a Diyarbekirê, kesekî ku ji bo pîrozbahiya cejnê derketibû derve, vîrusa koronayê li 18 kesan belav kir.
Hat ragihandin, kesekî li taxa Aydinlar a Peyasê ku hay jê nebû bi koronayê ketiye, di roja yekem a cejna Remezanê de, ji bo pîrozbahiya cejnê qedexeya derve binpê kiriye û çûye serdana xizmên xwe.
Derket holê ku wî kesî li 18 kesên din vîrusa korona belav kiriye û taxa Aydinlar jî bi biryara qeymeqamtiya Peyasê xistin karantînayê.
Dîsa li Diyarbekirê di kargehekê de bi 16 karkeran re di encama testan de vîrusa korona derketiye ku ew kargeh hatiye girtin û 26 kes jî xistine karantînayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin