PeyamaKurd – Partiyeke siyasî Almanî bi navê “Die Partei” 250 hezar Euro bo Heva Sor a Kurdistanê alîkarî şand.
Serokê Pariya Almanî “Die Partei” û encamê Parlementoya Ewropayê (PE) Martin Sonneborn ji bo alîkariyê” 250 hezar Euro bo Heva Sor a Kurdistanê alîkarî kir.
Sonnebornê ku çekeke sembolik da rêveberê Heva Sor ku li ser 250 hezar Euro dinivîsand got, “cihê daxê û mixabîniyê ye ku tankên Almanî bi ser sivîlan de diajon.”
Berpirsê Heva Sor a Kurdistanê Vahdeddin Kiliç jî ji ber çekê kêfxweşî û spasiyên xwe anîn zimên û spasiya rêveberiya “Die Partei” û xweBexşan kir. Kiliç da zanîn ku wan ti carî bexşeke ewqas zêde wernegirtiye lê dîsa jî ev alîkarî bexş têra mexdûr û qurbaniyan nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin