PeyamaKurd – Îro 16ê Gulanê agir bi Sûka Çûkan a li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ket.
Li gorî agahiyên ji bajêr, agir bi 8 dikanên li sûka çûkan a li bakurê Qamişloyê ketiye ku di encamê de zirareke mezin a madî çêbûye.
Şewata li sûka Çûkan bi destwerdana tîmên agirkujiyê hat vemirandin.
Hate zanîn ku zarokan li nêzî dikanan agir pê xistiye û piştre gihîştiye dikanan ku 8 dikan şewitî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin