PeyamaKurd- Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan li Silêmaniyê kongreya xwe ya 4 emîn dike û di destpêka kongreyê de Kosret Resûl Elî bû serokê Dezgeya Bilind ya Siyasî. Mele Yasîn jî bû berdevkê kongreyê. Di kongreyê de her 8 endamên Dezgeya Bilind ya Siyasî hatin hilbijartin.
Berhem Salih, Qubad Talabanî û Rêwas Fayiq bûn endamê serkirdayetiya YNKê. Bo sekreteriya giştî ya YNKê heya niha kongre biryarê nedaye.Tê gotin ku li ser sekreteriyê du fikir hene. Yek jê ew e ku sekreter ji aliyê kongreyê de raste rast bê hilbijartin û fikra dinê ew e ku ji nav endamên serkirdayetiyê de bê hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin