McKenzie: Operasyonên Tirkiyê aloziya li herêmê zêde dikin

McKenzie: Operasyonên Tirkiyê aloziya li herêmê zêde dikin

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General McKenzie, ragihand ku her çiqas operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKKê li nav Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo metirsiya ewlehiya xwe bin jî bûne sedema aloziyê li herêmê.

Li gorî nûçeya The National Interest a Amerîkî  Kenneth F. McKenzie di civîneke vîdyokonferans a Enstîtuya Aştiyê de gotiye, “Ew bi Tirkiyê re hevnêrîn in ku PKK rêxistineke terorî ye”, lê belê ew derbarê HSDê de cuda difikirin û got, “Em li ser mijara HSDê cuda difikirin. Em di wê baweriyê de ne ku PKK û HSD yek in.”

McKenzie nîgeraniya xwe ya bo operasyon û êrîşên Tirkiyê li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê anî ziman û bal kişand ser êrîşa 11ê Tebaxê ku li Sîdekanê 2 fermandarên Kurd ên hêzên sînorî yên artêşa Iraqê hatine şehîdkirin û diyar kir, ev serdegirtinên Tirkiyê ligel pevçûnên li herêmê, aloziyê zêdetir dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin