PeyamaKurd- Amerîka, baregeha xwe ya li Iraqê ya li devera El Qaîmê ya bi heman navî vala kir û teslîmê artêşa Iraqê kir. Koalsîyona hêzên li dijî DEAŞ ê mijarê weha ragihand:
“Îro koalîsyon baregeha El Qaîmê vala kir û dewrê hêzên Iraqê kir. Her li dijî DEAŞê serkeftin çêbibe, wê di vê salê de, di baregehan de guherîn çebibe.”
Lê balkêşe dewra baregehê ket piştî bûyerên ku hêzên layangirên Îranê yên li Iraqê,du caran bi fuzeyan li baregehên Amerîkayê xist.
Baregeha Tacî yê ya li Bexdayê du car ketibû ber êrîşên fuzeyî yên Haşdî Şa’biyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin