PDK-S: Yekrêziya ENKS û HSDê çêbibe, wê Tirkiye nikaribe PKKê bike hincet

PDK-S: Yekrêziya ENKS û HSDê çêbibe, wê Tirkiye nikaribe PKKê bike hincet

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya PDK-S Mustefa Cuma li ser hewldanên bo yekrêziya siyasî li Rojavayê Kurdistanê got, heger yekrêziya siyasî di navbera ENKS û HSDê de pêk were, dê metirsiya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê rabe û Tirkiye jî maf nabîne ku PKKê bike hincetên êrîşên xwe.

Mustefa Cuma ji K24ê re li ser mijara yekrêziya navbera aliyên siyasî da zanîn ku heger yekbûneke siyasî di navbera ENKS û HSD ya Rêveberiya Xweser de bê naskirin, dê gelekî li xweşiya gelê me biçe û wiha pêde çû: 

“Wê rê li pêş gelek nakokî û astengiyan bigire, ji ber yekbûna siyasî dê piştgîriyeke navdewletî jî jê re hebe û ez bawer im dê metrisî jî li ser gelê me rabe, herwiha maf jî li pêş Tirkiyê namîne ku hinceta PKKê bîne meydanê.”

Endamê Têkiliyên PYDê li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen jî ji K24ê re li ser mijarê wiha gotiye: “Êdî dema yekrêziya gelê Kurd hatiye, bi taybet jî di nava tevgera siyasî de, ji ber ku ev qonaxeke pir hestiyar e û hevsengiya herêmî pir hatine guhertin, divê emî jî wek partiyên siyasî hevsegiyine nû li gor destkeftiyên li Rojava ava bikin, ji ber ku Rêveberiya Xweser bi giştî destpêşxerî girtiye û got ku tiştekî pîroz e û çi li erkê Rêveberiya Xweser bikeve, dê bikin, PYD jî beşek ji Rêveberiya Xweser e û em wê tiştekî erênî dibînin.”  

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî êrîşên Tirkiyê û komên tundrewên girêdayî wê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, cara yekem ENKS û hemû partiyên din ên siyasî bi fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ketin nav danûstandinê ku li hemberî êrîşan bi yekrêzî tevbigerin û yekîtiya siyasî ava bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin