Mesrûr Barzanî: Kurdistan amade ye hevkariya parêzgeha Besrayê bike

Mesrûr Barzanî: Kurdistan amade ye hevkariya parêzgeha Besrayê bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Parêzgarê Besrayê Esed El-Îdanî kir.

Di hevdîtinê de ku endamê Encûmena Nûnerên Îraqê Aras Hebîb Kerîm jî amade bû, Parêzgarê Besreyê diyar kir, wan gelek sûd ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê di warê avedankirinê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan de wergirtine.

Parêzgarê Besrayê got, ew gotegotên ku dibêjin Herêma Kurdistanê li ser hesabê Besre û parêzgehên din yên Îraqê pêşketiye ne rast in.

Parêzgarê Besra tekezî li wê kir ku Hikûmeta Iraqê, federalî û ne navendî ye, ji ber vê yekê divê Herêm û parêzgehên Iraqê bi awayekî rasteqîne beşdariyê di desthilat û biryaran de bikin û nabe Iraqê bi awayekî navendî bê birêvebirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiyekê bi parêzgeha Besra û parêzgehên din ên Iraqê re da xuyakirin û tekez kir ku Îraq di warê çavkaniyên mirovî û xwezayî de welatekî dewlemend e û eger hikumranî û rêveberiyeke baş hebe û derfeta wê heye bibe yek ji welatên herî pêşketî yên herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin