PeyamaKurd – Futbolîzên jin ên Îspanyayê ku di lîga yekê de dilîzin, biryara xwe ya 22yê Cotmehê ya grevê bicihanîn û hemû yariyên vê hefteyê boykot kirin û beşdar nebûn.
Futbolîzên jin ên îspanî hem ji ber kêmbûna budçeya wan hem jî ji bo ku wekî futbolîzên profesyonel tamdemî nayên xebitandin biryara grevê wergirtibûn.
Di çarçoveya biryara grevê de, futbolîzên jin yariyên doh boykot kirin û tê çaverêkirin îro 17ê Mijdarê jî beşdarî yariyên hatine plankirin nebin.
Ji bo yariyeke futbolê bê lîstin herî kêm pêwîstî bi 7 gogbezan heye ku ji ber grevê ew hejmar nayê tamamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin