PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema bernameya fuzeyan ya Îranê destek dikin, dorpêçê danî ser 2 torên ku alavên leşkerî bo Îranê amade dikin ku navneda her dûyan Îrane û hinek kesên Îranî. Li gor ragihandina wezareta xezîneyê ya Amerîkayê; OFAC a ku bi ser wezaretê ve ye, biryarê daye da dorpêçê deyne ser Tora Şerîetê û Dehghanê. Wezaret di derbarê hinek rêvebirên van toran û xebatkarên wan de jî dorpêçê danî.
Wezaret ragihand ku rêvebirê tora Dehghanê, Hamed Dehghan bo ji dorpêçên navdewletî bireve, şîrketeka dinê ya ku navenda wê Hong Kong e, weka şîrketeka paravan bikaraniye û alîkariya bi çekbûna Îranê kiriye. Heman tor bo şîrketeka dinê bi miqdarê 1 mîlyon dolarî malzeme amade kiriye ku ew şîrket, ji sala 2017an heya niha di bin dorpêçê de ye.
Seyîd Huseyin Şariat jî, tora Şariatê îdare dike û perçe bo wezareta bergiriyê ya Îranê amade kiriye ku ew perçe jî ji têkilên alûmînyûmê ne. Bi sedema ku rola wan di pêvajoyê de heye, Şeghayek Axaheyî û Mehdî Îbrahîmzade xistine nava navên lîsteya dorpêçê.
Kesên ku navên wan dikeve nava lîsteya dorpêçê ya Amerîkayê, Amerîka dest datîne ser temamê malên wan yên li Amerîkayê û Amerîkayî an şîrketên Amerîkayê nikarin bi wan re kar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin